Ebadî bangî Erdogan kir: Destê xwe nexe nav karê me
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo daxuyaniyên wî yên Heşdî Şebî bangî Serokomar Erdogan kir û got: "Em destûrê nadin ku tu kes destê xwe têxe nav karê me yê navxweyî.
21.04.2017, Cum - 14:11
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwest ku têkilî nav karê wan ê navxweyî nebe û dê destûra tiştekî wiha nedin.

Heyder Ebadî di axaftina xwe de bertek nîşanî Erdogan da û got: "Parlamentoya Iraqê Heşdî Şebî bi qanûnî qebûl kiriye. Hêzên Heşdî Şebî perçeyekî ji artêşa dewletê ye. Heşdî Şebî bi fetwaya meqamê şîe yê mezin Elî Sîstanî ava bû. En destûrê nadin tu kes destê xwe tevlî karê navxweyî yê Iraqê bike."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya kanala Al Jazeerayê de ji bo Heşdî Şebî gotibû rêxistineke terorîst e û li ser vê axaftina Erdogan Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz kiribû û notayeke protestoyê dabû Enqereyê.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:53:38
Label: ebadi, erdoğan, haşdi sabi
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x