Waliyê Kerkûk: Ala'ya Kurdistan yek şertê tê daxistin...
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê biryara Dadgeha Iraq'ê ku li bajarê Kerkûkê ala Kurdistanê were daxistin ragihand ku tenê bi şertekî ala tê daxistin.
23.08.2017, Çar - 14:00
Nuçe Belav bike

Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Biryara Dadgeha Iraqê ti bandorê li ser bilindkirina ala Kurdistanê nake. "Tenê bi şertekî ala Kurdistanê dê were daxistin, heke al kevn bibe an jî alake nû were çêkirin."

5 endamên fraksiyona Tirkmenan ji bo bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê li Dadgeha Karîgerî ya Iraq'ê gilî kiribûn. Dadgehê jî giliya tirkmenan di cîh de dîtibû. Lê Fraksiyona Biratî ku piraniya kursiyan di destê wan de ye û piraniya wan jî kurd in, dibêjin ku ev biryar ya gelê Kerkûkê ye û biryara dadgehê jî ti bandorê li biryara wan nake.

Serokê Fraksiyona Biratî Ehmed Eskerî got: “Biryara dadgehê li dijî îradeya gelê Kerkûk'ê ye. Eger were cîbicîkirin dê alozî û tevlîhevî çêbibe. Dibe hinek pirsgirêk bi rêya danûstandinan werin çareserkirin. Lê di vê mijarê de me biryara xwe daye û em şûnde gav navêjin.”

28'ê Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar dabû ku li ser avahiya parêzgehê û fermangehên hikmî ala Kurdistanê were bilindkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:33:30
Label: kerkûk, necmettîn kerîm, ala, kurdistan, iraq
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x