Şervanên êzidî kêfxweş in ku tevlî Pêşmerge bûne
Hêza Parastina Êzidxanê bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bûn. Niha navê hezar şervanan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hatine nivîsandin. Ew bibêjin kêfxweş in ku beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bûne.
13.03.2017, Pts - 13:27
Nuçe Belav bike

Roja 12ê Adarê bi fermî Hêza Parastina Êzidxanê tevlî nav refên Wezareta Pêşmerge bûn. Ji 4 hezar û 870 şervanên vê hêzê navê hezar şervanan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hatine tomarkirin. Ev hêz di di dema şerê DAIŞê de ji bo parastina Şingalê hate avakirin.

Pêşmergeyê bi navê Omer Xelef dibêje; “Em kêfxweş in, ku dibin pêşmerge, bi nav û ala xwe di nav Wezareta Pêşmerge de cîh digrin. Niha tenê hezar hevalên me hatine wergirtin. Daxwaza me ew e ku hemû hevlên me jî bibin pêşmerge. Ew jî dê berdewam karê xwe bikin.”

Keçên êzidî jî weke şervanên din di nav vê hêzê de rahênan dîtin û kar kirin. Ew jî dixwazin weke tevahiya hêzê di nav Wezareta Pêşmerge de cîh bigrin.

Pêşmergeya jin Sêvê hacî got; “Weke keçekê êzidî ji destpêkê ve weke xwebexş di nav vê hêzê de cîh digrim. Weke gelek xwîşk û birayê xwe em hatine vê derê daku berevaniya axa xwe û gelê xwe bikin.”

Şervanên Hêza Êzidxanê bi rêzê navê xwe tomar dikin. Fermandarê vê vê hêzê heyder Şeşo wan piştrast dike, ku mafê ti şervanekê wenda nebe.

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo di vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Emê daxwaz bikin heta yek şervanê êzidî yê parastina vê axê kiriye mabe, mafê wan wenda nebe. Qonaxa duyemîn a nivîsndina navan jî di demek nêzîk de ye. Hêvîdar im ev prose zû bimeşe û hebûna vê hêzê zû bê temamkirin.”

Ji destpêka şerê DAIŞê ya li devera Şingalê de heta niha beşek ji van şervanan beşdarî şer bûne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:34:06
Label: ezidi, peşmerge, ezidxan
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x