Serok Barzani: Divê gelê Kurdistanê bigihê serweriya xwe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: "Divê gelê Kurdistanê bigihê serweriya xwe. Xwedî biryar û çarenûs û jiyana xwe be. Her ev jî baştirîn bersiv û bilindtirîn wefa ye ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel."
20.03.2017, Pts - 11:57
Nuçe Belav bike

Barzanî, bi peyamekê cejna newrozê li xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên neteweyî û dînî ve û kurdên li welatên din pîroz kir, hêviya saleke xweş, bibereket û bextewer anî ziman.

Herwiha bi taybetî behsa Pêşmergeyan kir û ragihand ku, "Newrozê li malbatên serbilindên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim."

- "Divê gelê Kurdistanê bigihê serweriya xwe"

Barzanî di peyama newrozê de bal kişand ser meha adarê û cihê wê ji bo kurdan û cih da van îfadeyan:

"Meha adarê meha serkeftin, xweşî, êş û felaketan bûye ji bo xelkê Kurdistanê. Di heman demê de jî agir û newroz ji bo xelkê me bûne hêmaya têkşikandina zilmê û derketina ronahiyê. Hêviya jiyanê dibexişînin. Ev jî tê wê me'neyê ku qurbandayîn û xebat, encam û berheman bi xwe ve tînin."

Serokê Herêmê destnîşana xweragirî û qurbaniyan kir û wiha pê de çû:

"Xweragirî û qurbanîdana bê hejmar a gelê Kurdistanê di qonaxên dijwar ên xebatê da her li bergirîkirina li mayîn û nasnameyê bigire heta têkşikandina terorîstên DEAŞÊ divê encama xwe hebe. Pêwîst e ew xebat û destkeft yek gavê jî ber bi paşve neçe. Divê gelê Kurdistanê bigihê serweriya xwe. Xwedî biryar û çarenûs û jiyana xwe be. Her ev jî baştirîn bersiv û bilindtirîn wefa ye ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel."

- "Qehremaniya Pêşmerge tomar kiriye, di çavê cîhanê da ne veşartî ye"

Li ser çanda kurdan a xweşbînî û bihevrejiyanê jî wiha nirxandin kir:

"Ew qurbaniyên gelê Kurdistanê dane, ew çanda bilind a di pêkvejiyan û lêborînê da heye û wê qehremaniya Pêşmerge tomar kiriye, di çavê cîhanê da ne veşartî ye. Niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û Pêşmerge dike."

Barzanî di dawiya peyamê de cih da van qewêtiyan:

"Bi vê helkeftê daxwaz ji xelkê serbilind ê Kurdistanê dikim ku hêviya wan bihêz be. Ji ber ku bi piştrastiyê ve xweragiriya wan berhema xwe dibe. Daxwaz dikim li beranber her hewl û dengekî xweragir bin ku bixwazin bawerî bi xwebûna wan ji wan bistîne û dûvikiya hinekan isbat bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:05
Label: newroz, mesud barzani, peşmerge
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x