Yekîtiya Rojnamevanên Ereb: Ihtimaleke mezin Amerîka dê piştgiriya serxwebûnê bike
Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî ragihand ku berovajî daxwaza dewletên erebî, DYAyê piştgiriyê dide referandûma serxwebûna Kurdistanê.
13.09.2017, Çar - 13:20
Nuçe Belav bike

Nûnerê rojnamevanên misrî yê berê û Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivî û got: "Kurdên Iraqê bersiveke erênî neda Ebûl Xeyz(Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî) yan jî helwesta Misirê û herwiha daxwaza dewletên erebî ji bo bipaşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê".

Herwiha Ehmedî derbarê helwesta Amerîkayê de got, "DYAyê gelek derfet dan kurdan û dixwaze xweseriya kurdan xurttir bike lê derbarê referandûm serxwebûnê de hîn birêveberiya amerîkî bêdeng e lê ihtimaleke mezin dê qebûl bikin."

Rojnamevanê ereb di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Kobaniyê û piştgiriya DYAyê ji bo kurdên Sûriyeyê û got: "DYAyê piştgiriyeke xurt dide kurdên Sûriyeyê.

Li gorî medyaya erebî, Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî li ser kurdên Tirkiyeyê jî axiviye û gotiye: "Di qonaxekê ji qonaxên guhertina Rojhilata Navîn de, dibe Kurdistana Tirkiyeyê xweseriya xwe bistîne."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:58:09
Label: kurdistan, rojava, tirkiye, serxwebûn, Amerîka, referandûm, pşitgirîmukrem mihemed
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x