Li Rojhilata Navîn dewleteke nû ava dibe
Van rojan li Kurdistana Îraqê propagandaya kampanîya referandûma serxwebûnê ya ji bo roja 25ê Îlonê hatî destnîşankirin destpê dike. Bi tevî hemî nerazîbûn û tehdîdên Bexda, Tehran û Enqereyê û dijderketina Waşîngtonê jî, tevgerên sereke yên sîyasî yên Kurdistanê ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê helwestên xwe kirin yek.
05.09.2017, Sal - 16:03
Nuçe Belav bike

Eger kurdên Îraqê ji bo serxwebûnê deng bidin û ji Îraqê veqetin wê Rojhilata Navîn çi biqewime?
Ya yekemîn, ev yek ne tenê de facto, lê her weha di warê hiquqî de jî hilweşîna dewleta Iraqê ye. Di rewşeke wiha de çi dikare pêşî li perçebûna Sûrîyeyê bigire, ku de facto hatîye parvekirin? Paşê mimkun e ku dor were Lubnanê ku ji mêj ve ber bi perçebûne ve diçe. Tirkiye û Îran jî wê di bin tehdîda perçebûnê de bimînin. Ji ber ku kurdên wan jî dikarin daxwaza serxwebûnê bikin (piştî kurdan gelên din jî).

Geşedanên bi wî awayî dikarin dawî li doktrîna navneteweyî ya parastina sînorên li Rojhilata Navîn bînin (ji bilî daxwazkirina sazkirina dewleta filîstînî). Li Sûrîye û Îraqê îro beşeke mezin li derveyê kontrola desthilatên navendî ne.

Di vê rewşê de li Rojhilata Navîn wek gurme gurma ewran dewleteke nû ya neteweyî û serbixwe peyda dibe. 
Kurd gelê herî kevnare û otonton ên Rojhilata Navîn in. Jimara wan îro li dora 40 milyonî ye. Lê, heta îro jî bêdewlet in.

Li ser xaka kurdan avakirina dewleteke serbixwe ya kurd gereke ji bo Îraqê zêde nebe êşeke mezin. Ji ber ku di şertên îro de, rewşa heyî ji bilî teyîda sîyasî û huquqî tişteke din nîne. Her weha senaryoyên geşbîn jî dîyar dikin ku ji alîyê Şamê ve pejirandina federasyonê, kurd wê otonomîyeke berfireh bi dest bixin.

Lê, kesên reşbîn pirs dikin: eger kurdên Sûrîyeyê jî daxwaza serxwebûnê bikin, wê çi bibe? Her weha pirsa pêşeroja têkilîyên Tirkiye û kurdan jî tê kirin. Niha derbarê bandora referandûmê ya li ser têkilîyên Tirkiye û kurdan pêwistî bi reşbînîyê tune ye. Li Tirkiyeyê şerê ku heta niha bûye sedemê kuştina bi dehan hezaran kesan berdewam dike.

Hêjayê gotinê ye ku kêm kes dizanin şerê di navbera Îran û kurdan de jî ne îro destpê kirîye. 
Kurdistana Îraqê bi Tirkiye û Îranê re sînor e. Di wan mehên dawîyê de kurdan li hember Îranê şereke tund dane destpêkirin. Kurd her tim rast bi bombebarana Îranê tên, ku Bexda li hember wê rewşê bêdeng û bêhelwest e. Ew yek jî ji bo vegotina pozîsyona xwe kozeke zêde dide destê kurdan: madem Bexda li hember bombebarankirina kurdan bêdeng e, wateya wê ew e ku wek dewleteke bîyanî tev digere. Eger ne wisa be, gereke welatîyên xwe biparêze.

Gelek balkêş e, ku Waşîngton jî li hember tevgerên leşkerî yên Tehranê yên li dijî kurdan bêdeng e. DYA li Îraqê di şerê li dijî DAÎŞê de bi Îranê re wek hevalbendekê tev digere û naxwaze têkilîyan xera bike.

Îro tenê Îsraîl bi awayeke vekirî piştgirîyê dide serxwebûna Kurdistanê. Sedemên wê yên dîrokî jî hene: hêj di dawîya salên 1950 de şewirmendên îsraîlî bi awayeke çalak alîkarîya lîderê kurd ê efsanewî Mistefa Barzanî dikirin û îro jî alîkarîya kurê wî Mesûd Barzanî dikin. Di destpêkê de tenê kurdan û êzdîyên Îraqê karîn li hember hovên DAÎŞê berxwedaneke mezin nîşan bidin.

Roja 25ê Îlonê bi milyonan kurd wê ji bo serxwebûnê dengên xwe bidin. Hikûmeta Îraqê wê encamên referandûmê wek neqanûnî bi nav bike, Tirkiye wê bi dengeke bilind encamê protesto bike û Îran jî wê guşara leşkerî zêde bike. Lê, îro kurd ji hemî deman zêdetir bi hêz in û di tekoşîna li dijî DAÎŞê de jî serkeftinên mezin bi dest dixin.

Bila her kes xwe ji encamên referandûma serxwebûnê re amade bike. Eger na, bila ji teqîneke wek nukleerî re amade bin. Îro 40 milyon kurd li pişt biryara serxwebûnê ne û paşve gav navêjin.

basnews/ Avîgdor Eskîn
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:53
Label: rojhilata navîn, kurdistan, referandûm, serxwebûn
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x