Ji Waliyê Kerkûk hişyarî!
Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm bilêvkir û got, "Pêvajoya Referandûmê de destûr nedin provakasyonan."
14.09.2017, Per - 10:19
Nuçe Belav bike

 Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bang li xelkê Kerkûkê kir, ku li hember kesên ku dixwazin dixwazin wan provokate (tehrîk) bikin bertekan nîşan nedin û tekez kir: Hin kes hene ku dixwazin şikestê bi proseya referandumê bînin, ez daxwaz li we dikim ku bertekan nîşan nedin.

Necmedîn Kerîm got: “25ê vê mehê (Îlon) ev prose dê were cîbicîkirin û xelk dê biçin sindoqan û bi Belê deng bidin.”

Her wiha Parêzgarê Kerkûkê berdevama axaftina xwe da  destnîşan kir: “Hin xelk hene ku dixwazin ev prose sernekeve, bi ti şêweyekê hevwelatî nabe ku bertekan nîşan bidin, ew dixwazin rewşa Kerkûkê bê îstiqrar be û aloziyan çêkin, daku bêjn ev encama referandumê ye.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:39
Label: kerkûk, necmettîn kerîm, referandûm, kurdistan, 25 îlon
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x