Fîlozofê Frensî: Piştevaniya serxwebûna Kurdistan li ser me deyne
Rewşwnbîr û fîlozofê Frensî Bernard Henri Levy di nivîsa xwe ya Foreign Policyê de dibêje: "Divê hemû dinya piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê bike."
07.09.2017, Per - 12:33
Nuçe Belav bike

Rewşenbîr û fîlozofê Frensî Bernard Henri Levy di nivîsa xwe ya Foreign Policyê de got: "Divê hemû civaka navneteweyî piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê bike. Daxuyaniyên ku dibêjin niha ne dema wê ye cihê şermê û şaşiyeke dîrokî ye."

Bernard Henri Levy di dirêjahiya nivîsa xwe de dilxweşiya xwe ya li hemberî hewldanên kurdan bilêv dike û dide zanîn: " Referanduma kurdan ne hereketeke şidetê ye. Ev heq e. Ev deyneke. Referanduma xelkekî ku pir tişt daye dinyayê ye. Duhî ew di nava kesên ku yahudî xelaskiribûn de bûn îro jî li Rojhilata Navîn xrîstiyanan xelas dikin. Bi sedê salan e bûne kanayeke ronahî ya Îslamê. Niha bê kurdan çawa em bi rûmet kirin divê em jî wan bi rûmet bikin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:12
Label: Bernard Henri Levy, serxwebûn, Kurdistan,referandum, fransa, Foreign Policy
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x