Çavuşoglu: Bendewariya me ew e ku Hewlêr referandûmê betal bike
Jiber serlêdana fermî li Wezîrê Karêderve ya Tirkiye'yê Mevlut Çavuşoglu çû Bexda û piştî civîna ligel Wezîrê Karêderve ya İraq'ê Îbrahîm Caferî daxûyaniyek hevpar lidarxistin.
23.08.2017, Çar - 11:58
Nuçe Belav bike

Çavuşoglu derbarê pêwendiyên İraq, Tirkiye û Hewlêr'ê de nirxandin kir û jiber referandûma ku 25'ê îlonê de tê lidarxistin hinek gilî û gazindên xwe anî ziman.

Çavûşoglu dide zanîn û dibêje; "Ji Hewlêr'ê bendewariya me ew e ku biryar girtina referandûma serxwebûnê betal bikin. Em daxwaz dikin ku çareseriya arîşeyên di navbera Hewlêr û  Bexda'yê de bi rêbaza yekîtiya xaka İraq'ê de çêbibe.Bêguman dayîna mafê Hewlêr'ê girînge. Lazime ku Hewlêr di nav ax û yekîtiya sinor de ji mafê xwe feyde bibîne."

Çavuşoglu devama axaftina xwe de dide zanîn; "li herêma Kurdistan'ê li rêveberê Herêmî hildana ala ne raste. Eynî şeklê me çewtiya biryar girtina referandûmê gelek caran anîye ziman û ez ê vî gotinê li Hewlêr'ê jî bîn im ziman."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:59:44
Label: tirkiye, iraq, kurdistan, referandûm, mevlut çavuşoglu
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x