Baydemîr: Kurdistana serbixwe aramîyê ji bo hemû Rojhilata Navînê
Berdevk û Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr di bernama “BI EYYÛP DEMÎR RE RASTERAST” de li Navenda Giştîyê HDPê bersîvên pirsên Eyyûp Demîr da.
15.07.2017, Cts - 23:18
Nuçe Belav bike

Baydemîr got “Referandûma Serxwebûnê wê li ser her çar parçê Kurdistanê tesîreke erênî derxîne der. Heke dengê min di vê referandûmê de heba minê yekser biçûma û dengê erê bidaya.” 

Li Herêma Kurdistanê biryara “Referandûma Serxwebûnê” hate dayin, hun vê biryarê çawa dibînin?

Ez hêvî dikim ev referandum bê qeza bê bela pêk were. Encama referandumu çi dibe bila bibe, gerek hemû hikûmet û dewletên cîhanê rêzbigrin. Li hemû Rojhilatanavîn mişkuleya sereke mişkula Kurd e. Ji bo ku Rojhilatanavîn bigîhîje aramîyê pêwîste kêşa Kurd çareser bibe. Li Başûrê Kurdistan gelê Kurd heke bigîhîje serxwebûna xwe ez bi bîr û bawerim ku rê û rêbazê aramîyê ji bo hemû Rojhilatanavîn wê veke. Mafên gelên Ereb, mafên gelên Tirk, mafên gelên Faris an jî mafên gelên Fransîyan li cîhanê çî ye mafê gelê Kurd jî ew e. Bê şik, bê şûpe, bê şert em piştgirîya vê biryarê dikin. Ku gelê Başûrê Kurdistan çi bixwaze ser serê me ser çavê me ye û em qebûl dikin. Di vî astê de pêşnîyareke me heye, hemû hîzbên Başûrên Kurdistan berîya referandûmê bi hev bikin, berîya referandûmê werin ba hev. Heke bên gel hev, hikûmeta Tahranê, hikûmeta Bexdayê, hikûmeta Şamê, hikûmeta Enqerê wê gavê dê nikaribîn deste xwe yê tevlîhev têkin nava îtîfaqa gele Kurd.

Heke îtifaqek di nav Kurdan de çê nebe dê çi be?

Heke navbera Kurdan da îtîfaqek çênebe, hîzbê Kurd bi hev nekin, mixabin di nav vê kêşeyê de hikûmetên din dê li berjewendîyên xwe bigerin. Berjewendîyên hemû hikûmetan jî têkçûna Kurdan de ye. Ana em li Esat dinhêrin li Şamê nikare sere xwe ji kozikê derxîne, her derê wî hatîye dorpêçkirin, Kurd li axa xwe, welatê xwe diparêzin dibêje ez xetel metel naxwazim Kurd pêşkevin bibin xwedî statû, bibin xwedî federasyon. Kuro lawo tu nikarî sere xwe ji kozikê derxînî. Dîsa li nêrîna Enqerê, Bexdayê, Tehranê dinhêrî ji ya Şamê cûdatir nîne.

Di nav Kurdan de kêşe çî ye ku nayên ba hev?

Ez bîr û bawerim ku yek mişkuleke me heye ew mişkule jî di navbera hîzbê kurdan de ye. Gere bên ba hev, em mebcûrin ku bên ba hev.

Li gorî bawerîya te yektîya Kurdan ewê çareser bibe?

Mecbûre ku çareser bibe, rêyeke din nîn e. Heke ev çareser nebe mirov nikare ku bêje dahatû ji bo me hemû Kurdan ronî ye. Hîzbê Kurd gerek li gel hev zimanekî tundî bikar neynin, reqabet tiştekî girîn ge, bila bibe lê zimanên dijminantîyê kêra hîç hîzbekê nayê. Barekî giran jî dikeve ser mile çapemenîya Kurd. Gerek çapemenîya Kurd zimanekî wisa bikar bîne ku, pêşengîya îttîfaqa Kurd bike, ne ku ew kêşeyê ku di navbera hîzbên Kurd de heye ew kêşe kur bikin, xwê lêbikin û alozî bikin. Her wiha pêwîstî bi tişteke heye, her çar parçê Kurdistan, hîzbên her çar parçê Kurdistan di nav wan de hîzbên sereke hene, lazime ku di nav wan hîzban de di hinek xalan de bi hev û din bikin. Ji bo wî jî lazime ku bingeha kongreya netewî rojek berî rojeke bê avêtin. Ez bîr û bawerim ku ev gav bê avêtin kêşeyê ku hene wê çareserbin.

Serî de Birêz Mesût Barzanî û rêxistinê Başûrê Kurdistan gava biryara Referandûma Serxwebûnê girtin, serokên hin dewletan daxûyanîyên neyînî dan, hûn vana çawa dibînin?

Ev biryara ku li Başûrê Kurdistan hatîye sendin ez wek kesekî Bakûrê Kurdistan ji xwe re wazîfe dibinim. Gerek ez piştgirîya biraderê xwe bikim, piştgirîya xwîşk û birayê xwe bikim. Gava ew biryara Referandûma Serxwebûnê derket me piştgirîya xwe eşkere kir û me got bê şert bê şûrt ev mafê gelê Kurd e. Heke referandûm 25 Îlonê de dibe ser sera ser çeva em piştgirî dikin, ku dîrokeke din de dixwazin çêkin ser sera ser çava em piştgirîya hemû biryarên wan dikin. Niha komîsyonek ava bûye, mînak Komîsyon cîvîya got emê 25 na bikin 20, ser sera ser çava, em car din piştgirî dikin. Bêjin meha neh na meha deh dîsa jî ser sera se çava. Bo çi vîya dibêjim ew şert û mercê xwe ji me baştir dizanin. Çawa ku ez kesekî Bakûrê Kurdistan ez vî piştgirîyê didim birayê xwe, lê hêvîya me jî li birayê me heye.

Li Başûrê Kurdistan ew hêvî û daxwazê we çî ye, tiştekî çawa dixwazin?

Ji bona îtîfaqa gelê Kurd û Kurdistan daxwazekî me heye ev jî pêwîstî bi kongreyeke netewî heye. Çima ez dibêjim, çima ev girînge? Em pir caran; hîzbê Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilat em bixwe bixwe bi hev re naxivin, mixabin li ser çapemenîyê bi hev re diaxivin, ev xeletîya herî mezin e, heke kongre hebe dê di kongrê de bê aqaftin. Ew çapemenîya ku em li ser qise dikin ew jî naxwazin ku Kurd di nav xwe de îtîfaqê çêke li ser wî diaxivin. Wê gavê ew rewş jî dibe bingeha kêşe di nav Kurdan de.

Kurd bo çi di nav xwe de stratejîyeke wisa dirûst nakin?

Gerek em dirûst bikin. Niha temaşe bikin stratejîyeke Bexdayê heye, Tahranê heye, Şamê heye, Tirkîyê heye ya hemû Rojhilatanavîn heye. Stratejîyên vana hemû jî li ser Kurdan stratejîyeke çewte. Ji bo çi stratejîyeke Kurdan jî tune be li Rojhilatanavîn. Daxwazê min stratejîya hîzba nîne stratejîyeke giştî ya Kurdistanî ye. Em wê gavê bi giştî dikarin bi yek dengî bêjin ku li Başûrê Kurdistanê mafê Kurda heye, li Bakûrê Kurdistan bêjin mafên Kurdan heye û li beşên din bêjin mafên Kurdan heye… Heke em Kurd stratejîyeke wisa çêbikin ew gav em bihêz dibin, ew dem em dibin xwedî maf. Heke ev stratejî çiqas dereng bikeve û dur bikeve wê gavê ew destê qirêj wê di nav mafê Kurdan da bigere.

Bo referandûmê serxwebûnê gelo te dixwest ku dengê te heba?

Belê çawa naxwazim. Heke dengê min heba û min bikariba li wê derê raya xwe bida xudê ezê bûçûma minê denê xwe yê erê bidaya. Bê şik bê guman ku mafê min û raya min hebaya minê yekser erê bidaya.

Heke Referandûma Serxwebûnê serkeve, ku tê gotin ku sedî 90’î zêdetir dengê erê wê derkeve, li gorî nêrîna te bandora wî li ser beşên Kurdistanê yên din wê çi be?

Li gorî bîr û bawerîya min wê bandoreke gelek erênî li ser beşê Kurdistanê yên din bike. Ev referandûm wê di serê hin dewletan de jî gorankarîyekê çêke. Hin dewlet hene ku bes daxazekî wan heye ew jî ewe ku Kurd hîç gaveke nebîn xwedî mafên xwe. Encameke baş wê hêvîya wan ya neyînî bişkêne, eva yek. Ya duduya, wê hêvîyeke din dê pêk were ku mafên Kurdan jî heye li Rojhilatanavîn. Yê sisêya ew kes û kesayet, hîzb û hêzên ku niha dijminantîya Kurdan dikin wê bawer bibin û bi çavên xwe bibînin ku Kurd êdî dijminantîya hev û din nakin. Li Başû li Bakûr û li nav xwe de dê şerê navxweyî dê rake. Rêxistin an jî dewletên ku dijatîya Kurdan dikin daxwazên wan ewe ku hîzbên Kurdan car din dijminatîya hev û din bikin. Ev referandûm wê hîvîya wan betan bike. Heke kongreya netewî jî bê damezirandin li gorî nêrîna min wê hemû hêvîyên wan jî bişkê. Li Bakûr wê hikûmet mecbûr bibe were ser prosesa sulhê, li Rojava wê hikûmet wê mecbûr bibe ku federasyona Rojava nas bike, li Rojhilat mecbûr bibe ku Kurdan nas bike û weka şîrikekê, weke hêzeke bibîne û bi wan re çareserîyê pêk bîne. Naxêr ku li Bakûr Kurd têkbiçin azadîya Başûr dê qels bibe. Ku li Rojava Kurd têk biçin, bi xwedê mirov nikare bêje ku Hewlêr di nav ewlekarîyê de be. Vana hemû bi hev û din re girêdayî ne. Îro bûyerek li Qatarê diqewime tesîra xwe dide Enqerê, ê em yek miletek in, yek gelek in, yek çandek in, yek zimanek in çawa wê tesîra xwe nede hev û din. Ev Referandûma Serxwebûnê wê bi qencî tesîra xwe bide ser her çar perçê Kurdistanê. 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 949 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:53:27
Label: osman baydemir, hdp, referandum, serxwebun
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x